Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransayê Serokekî Nû Hilbijart


Fransa rêberekî nû heye, piştî ku berbijrê Sosyalîst Francois Hollande hevrikê xwe, serokê niha Nicolas Sarkozy di hilbijartina seroktîyê de têk bir.

Encamên dawî yên Duşemê nîşan didin ku birêz Hollande 51.6 ji sedê dengan, rêzdar Sarkozy kî 48.4 ji sedê mayîn wergirt.

Medyaya Fransî dibêje, serokê niha Sarkozy posta xwe wê li 15’ê Gulanê bi fermî teslîmî Hollande bike.

Encamên hilbijartinê dijberîya hilbijêrên Fransî yên ser asta bilind ya bêkarîyê û kêmkirina mesrefan nîşan didin.

Serokê têkçûyî Nicolas Sarkozy got, ew berpirsîya şikestina hilbijartinê digire ser xwe.

Birêz Hollande bi dijberîya xwe ya hember gelek xalên giwaştina kemberê tê nasîn. Ew dê bibe serokê yekê yê çepger ku ku di nav 20 salên borî de hate hilbijartin.

Tê çaverê kirin ku Francois Hollande bi Yekîtîya Ewrupa li ser şert û merên peymana kêmkirina xercan re jinûve danûstandinan bike.

Serokê Amerîka Barack Obama telefona serokê nû Francois Hollande kir û pîrozbahîya xwe pêşkêşî wî kir. Serok Obama her wiha Hollande vexwand Amerîka pişikdarî li hilcivînên G-8 û NATO’yê bike ku li ber e li dawîya vê mehê bêne kirin.

XS
SM
MD
LG