Ofîsa serdozgerîya dijî terorê li Fransay; roja Sêşemê dîyar kir ku wê serî li Dadgeha Bilind ya Parîsê daye, da ku biryara girtina Serokê Sûrîyê Beşar El Esed di warê qanûnîbûnê de were nirxandin.
Ew Dadgeh, dadgeha pêdaçûnê ya herî bilind ya li Fransayê ye.
Dadwerên Fransî di Mijdarê de biryara girtina Esad dabûn, li ser êrîşên kîmyayî yên kujer dijî sivîlên Sûrî sala 2013'an. Ev biryar ji alîyê dadgeheke tawanan ya Fransî meha borî bi fermî hate erêkirin.
Opozîsyona Sûrî dibêje ku yek ji wan êrîşan di Tebaxa 2013’an de li deverên derdora Şamê pêk hatiye, deverên ku jêr kontrola serhildayan bûn. Di encama wan êrîşan de dora 1.400 kes hatin kuştin ku di nav wan de zêtirî 400 zarok hebûn.
Dadwerên lêpirsînê yên ku di dozên tawanên dijî mirovahîyê de pispor in, tawanbarîyên dijî wî nirxandin û fermana girtina Esad derxistin, jiber rola wî di zincîra fermandariyê de jiber êrîşên kîmayî yên îdiakirî di 4, 5 û 21’ê Tebaxa 2013’an de.
Dozgeran bal kişand ku wan roja Înê bi sedemên hiqûqî serlêdana pêdçûnê kirine, du roj piştî ku dadgeheke din ya pêdaçûnê biryara girtina Esed pejirand.
"Ev biryara serlêdan bi ti awayî ne siyasî ye. Ev jibo çareserkirina kêşeyeke qanûnî hatiye kirin," serdozgerîyê got.
Ofîsa dozgeran ku di lêpirsînên êrîşên "terorîstî" de yekîneyeke pisporan e, ji dadgehê dixwazin ku fermana jibo girtina Esed were betal kirin, tevî ku ew sedemên girtina wî nakin mijara nîqaşê.
Ew dozger îdia dikin ku parêzbendîya serokên dewletên biyanî divê tenê jibo dozên navneteweyî were rakirin, yên wekî Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC).
Ligel Esed, jibo birayê wî Mahîr - serokê beşa firqeya çaran ya artêşa Sûrîyê - û du generalên din: Xesan Ebas û Besam el-Hesen jî fermanên girtinê hene.
Lê, dozgerên dijî terorê tenê dijî biryara girtina Beşar El Esed derdikevin.
Doza dijî Esed ya ji alîyê komek sivîl yên li Fransa hat vekirin, Navenda Sûrî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM), Komeleya Hiqûqzanan Înîsîyatîfa Dadwerî ya Civaka Vekirî (OSJI) û Arşîva Sûrî, rêxistineke ku binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîyê belge dike.
Mazin Derwîş, parêzer û damezrênerê SCM ye, serlêdana dozgeran rexne kir.
"Em vê serlêdana pêdaçûnê wek gaveke siyasî dibînin ku parastina dîktator û tawanbarên şer armanc dike," wî ji AFP re got.
Raporteke Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ser êrîşên 21’ê Tebaxê de dibêje ku delîlên zelal hene ku gaza sarîn ya kujer li Moadamiyet el-Şam û herwiha Zemalka û Eyn Tarma li taxên Gûta yên Şamê hatiye kar anîn.
Pisporên NY kiryarên bi fermana Esed yên wê demê wek tawanên şer dibînin.
Şam red dike ku çekên kîmyayî bikar anîye, lê lêkolîneke hevbeş ya berê ya NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî diyar kiribû ku hikûmeta Sûrîyê di êrîşa Nîsana 2017’an de gaza sarîn bi kar anîye û gelek caran jî klor wek çek bi kar anîye.
Seroktîya Sûrîyê û wezareta ragihandinê ya Sûrîyê heya niha li ser vê serlêdana dozgerên Fransa ti daxuyanî nedane.
Biryara Ev cara yekê ye ku jibo Esed fermaneke girtinê ya navneteweyî tê dayîn ku hêzên wî bersîva xwepêşandanên ku di 2011’an de destpê kiribûn bi tepeserkirineke hovane dan.
Tê bawer kirin ku Fransa welatê yekê ye, ku jibo serokê dewleteke biyanî ye li ser kar, fermana girtinê derxistiye.
Jêder: AFP