Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Fransî bo Agirbesta Sûrî Diçe NY


Jean-Marc Ayrault
Jean-Marc Ayrault

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault sibe Şemîyê wê serdana Neteweyên Yekbûyî bike ku Civata Ewlehîyê pêşnîyara agirbestekê li Sûrîyê qebûl bike.

"Ez hîn hêvîdar im ku pêşnîyara agirbestê were pejirandin û agirbest têkeve kiryarê,” Ayrault, tevî nîşana vetoya Rûsya, îro Înê li Washingtonê ji nûçegîhanan re got.

Ayrault got, piştî hevdîtinên ligel Wezîrê Derve yê Amerîkî john Kerry û yê Rûsî Sergei Lavrov, ewê here New Yorkê berevanî li pêşnîyara agirbestê bike.

Moskow di Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî de xwedîyê kursîyekê ye û balyozê wê Vitaly Churkin ji peyamhinêran re gotibû ku ew pêkan nabîne ku ew pêşnîyar çawa ji Civata Ewlehîyê derbas be.

Pêşnîyara Fransî daxwaza agirbesteke demûdest li Sûrîyê û dawîkirina êrîşên Rûsî û yên Esad li ser rojhilata Heleb a bin destê serhildayan dike.

Ayrault her wiha daxwaza danana herêmeke bêfirîn li esmanên Helebê kir ku nêhele firokên Rûsî û rejîma Sûrî li ser wî bajarî bifirin.

XS
SM
MD
LG