Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de Herî Kêm 4 Kes li Kanada Hatine Kuştin


Li Fredericton ya li rojhilata Kanada êrîşeke çekdarî pêk hat û bi kêmî ve 4 kes hatin kuştin.

Hûrgilîyên êrîşa çekdarî ya li Fredericton, ku paytaxta eyaleta New Brunswick e, hîn zelal nebûye, lê medya herêmî dide zanîn ku dengê çar guleyan hatiye bihîstin.

Li gor CBC’ê, ku kanaleke Kanada ye, êrîşa çekdarî li herêma sîvîlan pêk hat. Agirkuj û karbidestên saxlemîyê li cîhê bûyerê ne.

Berpirsên ewlekarîyê dîyar dikin ku êrîşvan hîn nehatiye girtin. Polîsên Kanada bang li gelên li dora herêma Brooksida Drive dikin ku dûrî cîhê bûyerê bisekinin û ji mal dernekevin.
XS
SM
MD
LG