Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House: Di 10 Salên Borî de Azadîya Ragihandinê li Cîhanê Xirabtir Bûye


Rêxistina Freedom House (Mala Azadî) ya bingeh li Washingtonê raporta salane ya 2019'an weşand û bal kişand ku di 10 salên borî de azadîya ragihandinê xirabtir bûye.

“Ne tenê li welatên otorîter, lê li hîn demokrasîyên karîger jî desthilatdar bo xurtirina desthilatên xwe rêbazên nû diafrînin ku rojnamevanîya serbixwe bêdeng bikin.”

Freedom House bi berdewamî bal dikşîne dike ku desthilatdar bo bêdengkirina rojnamevanên rikeber û piştevanîya sazîyên alîgir jimareke rêbazên aborî, qanûnî û neqanûnî bi kar tînin.

Mala Azadî di raportê de Tirkîye wek welatekî neazad bi nav kir û bi bîr xist ku rewşa azadîya ragihandinê xirabtir bûye.

Freedom House bal dikşîne ku di demên dawî de rola înternetê li wî welatî mezintir bûye û bûye platformeke girîng ya azadîya ramanê.

“Ji hewila darbeya leşkerî ya sala 2016’an vir ve 150 sazîyên ragihandinê li Tirkîyê hatine daxistin û bi sedan rojnamevan bi hecêta destekdayîna terorîzmê hatin ceza kirin. Gelek ji wan hatin zindan kirin û hinekên wek Can Dundar, Yavuz Baydar neçar man ku herin derwayê welêt.”

Raport dîyar dike ku sazîyên ragihandinê yên wek Dokuz8, Ahval, Ozguruz û Medyascope bûne platformên girîng yên medyayê ku li ser înternetê weşanê xwe dikin.

Freedom herwiha dide zanîn ku kanala hevbeş ya Dengê Amerîka, BBC, DW û France 24 ya bi navê +90, li ser YouTube bi zimanê Tirkî hate vekirin ku nûçevanîya azad pêşkêşî temaşevanan bike.

Freedom House xema xwe dîyar dike ku karbidestên Tirk dikarin givaştin li kompanîya YouTube bikin ku weşana +90 sansur bike ku sazîya fermi ya Amerîka, VOA naverok ji wê kanalê re peyda dike.

Di raportê de welatên wek Etopya, Malezya, Ekvador û Gambia hatin pesandin ku bi pêşveçûna demokrasîyê rewşa ragihandinê jî baştir bûye.

XS
SM
MD
LG