Yek ji sazîyên Yekîtîya Ewrûpa (YE) Frontex da zanîn ku piştî peymana bi Tirkîyê, hejmara koçberên di rêyên qaçaxî dikevin welatên yekîtîyê, 72 ji sedî kêm bûye.
Frontex'ê ragihand ku di sala 2016'an de 500 hezar kes bi qaçaxî ketine erdên YE, ku ew hejmar di sala 2015'an de 1.8 mîlyon bû.
Sazîya Frontex ku sînorên YE diparêze, eşkere kir ku bandora peymana koçberan ya bi Tirkîyê di kêmbûna rêjeyê de zêde ye.
Piştî peymanê, koçber êdî şûna rotaya Tirkîye û Yûnanîstan'ê, di ya Lîbya û Îtalya re diçin Ewrupa ku par li wir 4600 kes jîyana xwe ji dest dabûn.
Frontex herwiha xuya kir ku di sêrî de ji Nîjerya ji welatên Afrîqaya Rojava koç zêde dibe.