Rêvebirîya Ewlekarîya Navxweyî ya Rûsya (FSB) ya îro Pêncşemê ragihand ku Rûsyayê dijî welatîyekî Amerîkî bi tohmeta sîxurîyê doz vekiriye.
FSB navê welatîyê Amerîkî jî di nav de ti hûrgilî neda û eşkere nekir ku ka berguman hatiye girtin yan na.
Li gor ragihandina FSB’ê doz bi xala 276’an ya Qanûna Ceza ya Rûsya hatiye vekirin.
‘’Guman heye ku welatîyê Amerîkî ser mijarên bîyolojîk yên îstixbaratî yên dijî Rûsya kom kirine’’ FSB’ê got.
Amerîka ser ragihandina FSB’ê hîn ti şîrove nekiriye.
Hejmareke welatîyên Amerîkî ku di salên dawî de hatine girtin bi girtîyên Rûsî yên li Amerîka re hatin guherandin.
Di rojên borî de stêrka basketbolê Brittney Griner ya Amerîkî piştî ku jiber sûcên narkoktîkê 9 sal ceza hatibû birîn, hat berdan.
Ew bi Viktor Bout re hat guherandin ku li Amerîka 14 salan jiber bazirganîya çekan, sextekarîya pereyan û komployên ser kuştina Amerîkîyan di zaindanê de mabû.
Rûsya pir caran naxwaze wan kesên ku bi sîxurîyê tawanbar dike azad bike.
Leşkerê Amerîkî Paul Whelan, ku di sala 2018’an de ji alîyê FSB ve bi tawana sîxurîyê hatibû girtin, di sala 2020’an de 16 sal cezayê girtigehê sitand.
Moskow berdana Paul Whelan red kiribû.
Jêder: Reuters