Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Alîko: Beşek li Kurdan bi Zelalî Rejîma Sûrî bi Kuştina Temo Xetabar Nakin


Fuad Alîko, rêberê Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûrîyê.
Fuad Alîko, rêberê Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûrîyê.

Siyasetvanekê Kurd dibêje, beşek ji Kurdan bi zelalî rejîma Sûrî bi kuştina siyasetvan Mişel Temo xetabar nakin.

Fuad Alîko, rêberê Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûrîyê got, “em bi zelalî dibêjin rejîm gunehkar û ew li paş e.”

Birêz Alîko herwiha got ku “nakokiyek biçûk heye di vî warî de û ev jî ne cihê rehetiyê ye li cem miletê me.”

Rêberê Partiya Yekîtî herwiha got, jibo rêkxistina hewlêsta Kurdan li demê 10 rojan du kongreyên neteweyî tên lidarxistin, yek ji wan li Kurdistana Îraqê.

Siyasetvan Mişel Temo roja Înî li Qamişlo hate kuştin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Alîko re, ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG