Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka ve bo hilcivîna NATO hatbû bang kirin, li dor rewşa Îraq û herêmê di hevpeyveînekê de bo Alhurra TV ya Amerîkî axifî.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên eşkere kir ku pêwîstiya welatê wan bi berfirehkirina çarçoveya kar ligel şanda NATO li Iraqê heye û di dirêjahiya axaftina xwe de ji televîzyona El-Hurra re li Washingtonê, tekezî li ser pêwîstiya hîndarî û çekdarkirina hêzên Iraqî kir, jibo rêgirtina li hember wan metirsî û gefên li pêşiya Iraqê hene.
Husên got"Ewlekariya Îraqê pêwîstî bi tenhaî û îstîqrara li herêmê heye, her wiha welatên li herêmê jî pêwîstîya bi tenahî û ewlekariya îraq heye."
Husên êrîşên DAIŞê li Îraqê weke mînak anî û got ku dema "Çeteyên DAIŞê" li Îraqê xurt bûn, herêm her hemû ketbû di tengasiyê de, ev nîşan dide ku ewlekariya Îraqê rasterast têkildarî ewlekariya her hemî herêmê ye.
Wezîrê Derve yê Iraqê her wiha rola Iraqê di lidarxistina civîna dahatî ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de aşkere kir û got ku wî di civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Washingtonê li kêleka lûtkeya NATO'ê de behsa vê yekê kiriye.
Husên got ku "Ez berê bi wezîrê derve yê Sûriyê re rûniştime û li washington jî bo demek kurt bi Hakan Fîdan wezîrê derve yê Tirkiyê re rûniştim."
Husên got ku em bi hêvîne ku di demek zû de dê hevdîtina berpirsên Tirkiyê û Sûriyê li Bexda çê bibe.
Husên amaje bi wê yekê jî kir, ku ti rêkeftineke ewlehiyê di navbera Bexda û Enqerê de derbarê operasyonên artêşa Tirkiyê li nav axa Iraqê de nîne.
Fuad Husên got"wan ti çirayeke kesk" bo hatina leşkerê Tirkiyê pênexistî ye.
Wî got ku ew li ser daxwezek fermî ya Wezîrê derve yê Amerîka Anthony Blinken bo beşdariya beşek ji Hilcivîna NATO serdana washington kirîye û ewê hevdîtinên pir alî bi berpirsên Amerîkî re li ser mijarên cûda bikin.
Fuad Husên di beşekî axiftina xwe de bal kişand ser rolê Îraqê bo çareseriya pirsgirkên derve yên weke têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê herwiha leşkerkêşiya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistana îraqê bi behaneya lêdana çekdarên Partiya Karkerên Kurdsitan (PKK).
Jêder: Alhurra TV