Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hizir Dike Pirtir Dirav Bişîne Kurdên ku Şerê DAIŞ Dikin


Pêşmergeyên Kurd dijî DAIŞ şerekî dijwar dimeşînin
Pêşmergeyên Kurd dijî DAIŞ şerekî dijwar dimeşînin

Qanûndanêrên Amerîkî yên Civata Nûneran hizra pêşnîyarekê dikin alîkarîya diravî bo pêşmerge û hêzên Sunnî zêde bike, ku dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin.

Li gor pêşnîyarê, ew her du hêz dikarin 25 ji sedê budceya Îraqê anku 179 mîlyon dolar ji Amerîka wergirin, ku jibo hînkirin û çekkirina hêzên Îraqî yên dijî çerê DAIŞ hatiye veqetandin.

Kurd û Sunnî herwiha dikarin 60 ji sedê hemî budceya mayîn (nêzîkî $536 mîlyon) jî bistînin, eger hikûmeta Îraqê şertên dîyarkirî yên lihevhatina sîyasî pêk neyîne.

Endamê komîteya peywendîyên derve yê perlemana Renas Jano Mohammad piştgirîya xwe bo pêşnîyara Civata Nûnerna dîyar kir.

Mohammad got, "Ev pêşnîyaza Kongresa Amerîkî ji perçekirina Îraqê pirtir, jibo ragirtina hevsenga hêza desthilatê ye li Îraqê."

Lê, rêberê Şîa Muqteda el-Sadr gefa êrîşên dijî armancên Amerîkî kir, eger ku pêşnîyar bibe qanûn.

XS
SM
MD
LG