Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên 13 Şervanên YPG ji Alîyê Malbatan ve Hatin Girtin


Termên 13 şervanên YPG ku 10 roj li derîyê sînor yê Xabur dihatin asteng kirin, piştî destûra walîtîya Şirnêxê îro Çarşemê ji alîyê malbatan ve hatin wergirtin.

Parlamanterê HDP yê Şirnêxê Faysal Sariyildiz got, piştî bangên wan û sazîyên mafên mirovan karbidestên Tirk rê dan ku cenazeyên ase derbazî Tirkîyê bibin.

Sariyildiz ragihand ku nehêlana derbazbûna termên şervanên YPG bi biryara Desteya Wezîran hatiye girtin, piştî ku hikûmeta Tirkîyê helwesta xwe ya dijî Kurdên Rojava tundtir dkiribû.

Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş jî bang li Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu kiribû ku rêze li mirîyan bigire û bihêlin ku malbat zarokên xwe binax bikin.

XS
SM
MD
LG