Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîma Futbolê ya Jinên Amerîkî di Olîmpîyatan de Madalya Zêrîn Wergirt


Di Olîmpîyatên Londonê de tîma fubolê ya jinên Amerîkî madalya zêrîn qezenc kir, piştî ku di maça fînalê de Japonya têk bir, bi 2 golan beramber golekê.

Di lîstina fînalê de ku li Stadyuma Wembley ya navdar hate lîstin, stêrka Amerîkî Carli Lloyd 2 golên tîma netewî ya Amerîkî tomar kirin.

Di lîstinê de 80 hezar û 203 temaşevan amade bûn ku ev jî rekora olîmpîyatan bû.

Di lîstina din de, tîma jinan ya Kanadayê li hember Fransayê 1 bi 0 serkeftin destve anî û madayya bronz qezenc kir.
XS
SM
MD
LG