Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Amerîkî: Bo Civîna G20, Di Navbera Blinken û Wang Yi de Ti Hevdîtin Nehatine Plankirin


Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken

Ajansa Reuters îro Çarşemê ji zarê karbidestekî wezareta karên derve ya Amerîka ragihand ku, di navbera wezîrê karên derve Antony Blinken û hevtayê wî yê Çînî Wang Yi de, di civîna G20'an ya li Îtalyayê ku dê heftaya bê de, ti hevdîtinek nehatiye plan kirin.

Karbidestekî wezareta karên derve yê Amerîka li ser pirsa Reuters'ê ya derbarê ragihandina Financial Times bê dayîna hûrgulîyan wiha gotiye:

"Di Civîna Wezîran ya G20'an ya ku tê de, di navbera wezîr Blinken û Wezîrê Karên Derve Wang de ti hevdîtin nehatiye plan kirin."

Ev daxuyanîya piştî ku rojnameya Financial Times ragihand ku Pekîn û Washington li ser civînek wiha nîqaş dikin, hate dîyar kirin.

Financial Times, ji zarê mirovên ku di derbarê gotûbêjan haydar bûne gotibû ku karbidestên rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden hevdem hevtayên xwe yên li Pekînê re agahdar kirine ku ew dixwazin kesên wek Cigirê wezareta karên derve Wendy Sherman havînê serdana Çînê bike.

Hevdem, rojnamê ragihand ku Qesra Sipî di derbarê serdana Blinken yan Jake Sullivan, şêwirmendê ewlehîya neteweyî ya Çînê ya di dawîya vê salê de jî, nîqaşên navxweyî kiriye.

Rojnamê got ku ev serdanana hatine nîqaş kirin da ku li hilcivîna serokên G20'an ya li Romayê di Cotmehê de were kirin de, jibo hevdîtineke navbera Biden û Serokê Çînî Xi Jinping , bingeheke were ava kirin.

Qesra Spî yekser bersîva daxwaza şîroveyê nedaye.

Wang û Blinken ji Adarê vir ve- di dema civîna yekê ya rêvebirîya Biden de digel hevtayên xwe yên Çînî ya li Alaska de, Blinken û karbidestên din nîqaşên alozdar kirin - hevdîtin nekirin.

Blinken di serê vê mehê de bi dîplomatê payebilind yê Çînê Yang Jiechi re bi telefonê axifî û li ser pêwîstîya hevkarî û şefafîya bo pêyvojaya COVID-19 sekinî, û her wiha di derbarê mijarên din yên bi pirsgirêk anî ziman, sîyaseta Çînê ya li dijî Misilmanên Uygur, Hong Kong û Taywanê jî tê de.

XS
SM
MD
LG