Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Erêkirina Civata Senatoran, Gabbard Bû Dîrektora Îstixbarata Netewî ya Amerîka


Civata Senatoran ya Amerîka îro Çarşemê berbijarîya Tulsi Gabbard ya jibo Dîrektorîya Îstixbarata Neteweyî (DNI) bi fermî pejirand.

Gabbard, piştî dengdana bi 52 dengên erê yên Komarîyan beramber 48 dengên na yên Demokratan, wek endama herî dawî ya kabîneya Serok Donald Trump ve hate pejirandin. Di dangdanê de tenê serokê berê yê Civata Senatoran yê Komarî, Mitch McConnell dijî Gabbard deng da

Rexnegirê vekirî yê Gabbard, senatorê eyaleta Virgina Mark Warner gelek hewil da ku rê li ber erêkirina wê bigire.

Serok Trump dema destnîşankirina Gabbard ya jibo wê postê, bi zimanekî xurt ew pesandibû. "Pirtir ji 20, Tulsi jibo Welatê me û Azadîyên hemî Amerîkîyan şer kirîye. Weke berbijara berê ya namzedîya seroktîyê Amerîkî ya ji Partîya Demokrat, ji her du partîyan piştgirîyeke xurt ji wê re heye. Ew niha Komarîyeke serbilind e!”

Trump bi domdarî gotibû ku Gabbard bi dîroka xwe ya bi rûmet wê karekî baş di erka xwe nû de bike û mafên hemî Amerîkîyan biparêze.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Gabbard ji Partîya Demokrat veqetîbû û dû re di hilbijartina 2024’an de piştgirîya Trump kiribû.

Gabbard herwiha wek rexnegireke xurt ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan tê zanîn û pir caran Erdogan bi alîkarîdana DAIŞ û El Qaydê tawanbar kiribû.

Dema ew endama Civata Nûneran bû, sîyasetvana navdar ya Kurd, Îlham Ahmed vexwendibû Gotara Salane ya Serok Trump ya sala 2019’an.

Gabbard di peyamên xwe yên ser medya civakî de pesna Ahmed û Kurdên Sûrîyê dabû.

XS
SM
MD
LG