Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Veguhestinê ya Belçîka Galant Dest ji Kar Berda


Wezîra Veguhestinê ya Belçîka Jacqueline Galant, piştî rexneyên tund li hember wê, îro Înê karvekêşana xwe da.

Xanim Galant bi tundî dihat rexne kirin, bi sedema ku wê hişyarîyên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên ser lawazîyên ewlehîyê li firîngehên Belçîkî piştguh kirine.

Raporta YE yên ser firokexaneyên Belçîkî, piştî êrîşên 22yê Adarê, ku 16 ji wan li firîngehê, 32 kes tê de hatibûn kuştin, di medya de derketibû û Galant rastî gelek rexneyên tund hatibû.

Galant înkar kiribû ku ew ji raportên YE hatiye agahdar kirin, lê karbidestekî payabilind gotibû ku wî Galan û ofîsa wê li ser mijarê agahdar kiribû.

XS
SM
MD
LG