Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samsung Çêkirina Telefona Zîrek Galaxy Note 7 Radiwestîne


Kompanya Samsung ya Koreya Başûrî îro Duşemê dide zanîn ku ewê çêkirina telefona zîrek ya Galaxy Note 7 ya kêşebar rawistîne, heta ku misoger bike ku karaînîna wan ewle ye.

Ajansa Koreya Başûrî Yonhap ji zarê rêvebirekî Samsung ragihand ku wan li gor qanûnên Koreya Başûrî, Amerîkî û Çînî, çêkirina Note 7 sekinandiye, pîştî ku firoşgerên Amerîkî firotina wê modelê, jiber pirsgirêkên ewlehîyê sekinandin.

Paşvekişandina modela Note 7 ji bazaran û gilîyên hember Samsung kompanya xistiye rewşeke herî xirab ya salên dawî. Ji meha Tebaxê vir ve gilî li seranser cîhanê belav divin ku agir bi wê telefonê dikeve.

Samsung li xwe mikûr hat ku di baterîya wê de xeletî heye û nêzîkî 2.5 mîlyon telefon ji bazar paşve kişandibû, lê dû re hatibû ragihandin ku baterîyên cîgir jî her wek yên berê dişewitin.

Firîneke şîrketa Amerîkî Southwest Airlines hatibû betal kirin, piştî ku agir bi telefona Note 7 ketibû.

XS
SM
MD
LG