Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xenî Mîrzo: Ez bo Zarokên Rojavayê Kurdistanê Amûrên Mûzîkê Kom Dikim


"Hûnera ku nikaribe dilxweşiyê bide û alîkariya mirovan bike, ew huner pûç e" Wisa hunermend û mûzîkjen Xenî Mîrzo ( Gani Mirzo) di hevpeyvêna xwe de bi Deng û Reng re got.

Hunermend Xenî ku li bajarê Barselona dimîne, herdem dixwaze ku hunera wî bê sînor be û bighê her kesekî.

Ji destpêka cenga Sûriyê ji sala 2011an ve, Xenî di xema Qamişlo û Rojava de ye û ew bi her awyekî dixweze ku dengê xwe bighîne cîhanê û êşa Sûriyê û ya Kurdan bi zelalî bide ber çavan.

Piştî serdana Qamişlo ya sala par, Xenî biryar da ku ew bi rengekî din alîkariyê zarokên Qamişlo bike, ku ew amûrên mûzîkê kom bike û bişîne ji wan re bo fêrbûna mûzîkê bi awayekî zanistî.

Xenî peywendî bi gelek rêxistin û mûzîkjenên Îspanî re danî, jibo projeya xwe û bi rêka rêxistina Mûzîka bê Sînor, wî karîbû gelek amûran kom bike û bişîne Qamişlo.

Wekî din jî ew dixwaze di nav bajarê Kobanê û bajarê Îspanî yê navdar Gurnîka (Guernica), ku di cenga Îspanî de hatibû wêrankirin, projeya Biradostiya Bajaran çêke

Xenî bi hêviyên mezin, mûzîka xwe dide ber destên zarokên Rojavayê Kurdistanê, ku wê sibe ji îro baştir be..

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:06 0:00

XS
SM
MD
LG