Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje di Êrîşên Îsraîlê de 20 Filîstînî li Gaza Hatine Kuştin


Jêderên saxlemî yên Filîstînî roja Çarşemê ragihand ku di jimareke êrîşên Îsraîlê de herî kêm 20 kes li Gaza hatine kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza jî ragihand ku 8 kes di êrîşekê de li devera Selatîn li Beyt Lahîya li bakur hatin kuştin.

Wezareta Saxlemîyê got ku êrîş li nêzî cîhê êrîşa roja Sêşemê ya ser xanîyekî çend qatî qewimî, ku herî kêm 93 kes tê de hatibûn kuştin yan jî hinda kirin û Washingtonê jî ew wek êrîşeke hovane bi nav kiribû.

Îsraîlê derbarê her du êrîşan de heta niha ti daxuyanî nedaye.

Rêvebirîya hawarçûnê ya Gazayê ragihand ku karê wê jiber êrîşên Îsraîlê yên ser bakurê Gaza, ku ew sê hefte ne ber bi sekinandinê ye.

Îsraîl dibêje ku operasyonên wê jibo tunekirina Hamasê ye jiber ku şervanên wê li herêmê jinûve kom bûne.

Artêşa Îsraîlê navenda oprasyoneke nû tankên xwe şandibûn Beyt Lahîya, Beyt Hanûn û Cebelîyê ku ji 8 kampên dîrokî yên mezin li wir in.

Jêderên Filîstînî herwiha ragihand ku êrîşên Îsraîlî îro li başûr û navenda Gazayê bi kêmî ve 7 Filîstînî kuştin.

Dîdevanan û karmendên saxlemîyê herwiha got ku di êrîşeke esmanî ya nêzî klînîkeke saxlemîyê de 5 kes li taxa Şêx Ridwan ya bajarê Gaza hatin kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn.

Li gor pêzanînên Îsraîlê di êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’yan de 1200 kes hatin kuştin û pirtir ji 250 kesên din jî dîl hatin girtin.

Wezareta Saxlemî ya Gazayê jî dide zanîn ku jiber êrîşên Îsraîlî hejmara kuştîyan li Gaza ji 43 hezarî borîye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG