Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê ragihand ku 20 kamyonên li derîyê sînor yê Refahê yê Misirê, ku çaverê bû îro biçûna Gaza, derbaz nebûne.
Berdevkê alîkarîyên NY’ê Eri Kaneko got ku ew hêvî dikin ku kamyonên alîkarîyê sibê Çarşemê derbazî Gaza bibin.
Karbidestê payabilind yê alîkarîyên NY’ê Lynn Hasting li Civata Ewlekarî ya NY’ê gotibû ku ewê îro jî 20 kamyon herin Gza.
Derîyê sînor yê Refahê roja Şemîyê vebû û ji wê çaxê vir ve 54 kamyonên alîkarîyê derbazî Gaza bûne.
Sazîyên alîkarîyê dîyar dikin ku li Gaza krîza derman, xwarin û avê saet bi saet zêdetir dibe.
Jêder: Reuters