Qesira Sipî îro Înê ragihand wê dawîya hefteyê jibo agirbesta li Gaza û berdana rehîneyên di destê Hamasê de li Qahîre danûstandin çêbin.
Amerîka jî wê beşdarîyê li danûstandinan bike û li ber e ku Rêberê CIA Bill Burns jibo şandeya Amerîkî pêşengîyê bike.
Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby dîyar kir ku Serok Joe Biden do Pêncşemê bi rêka telefonê ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye danûstandinerên xwe yên li Qahîre xurt bike ku ser lihevkirinê demûdest encamekê bi dest xwe xîne.
Amerîka û hevbendên wê dibêjin ku birçîbûna li Gaza giran bûye û dîyar dikin jibo pirtir alîkarî herin wir divê agirbest were ragihandin.
Li gor danûstandinên dawî, Îsraîl û Hamasê li hev kiribûn ku li hember berdana rehîneyên nexweş, birîndar û kal û pîr 6 hefteyan di agirbestê de bin, lê danûstandin çend hefte ne sekinîne.
Kirby îro Înê ji rojnamevanan re got ku ger lihevkirin çêbe ewê agirbest were ragihandin û pirtir alîkarî herin herêmê.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku Amerîka wê ser kuştina 7 xebatkarên alîkarîyê yên World Central Kitchen vekolîneke serbixwe neke.
Artêşa Îsraîlê ser kuştina xebatkarên alîkarîyê yên li Gaza 2 leşker ji kar dûr xistin û fermandarên payabilind bi awayekî fermî şermezar kirin.
Netanyahu roja Pêncşemê ser vekolîna derbarê kuştina xebatkarên alîkarî agahî dabûn Biden.
Biden ji Netanyahu re dîyar kir ku divê Îsraîl jibo berevanîya sîvîlan hin gavan biavêje, lê ger neavêje ewê Washington dijî Îsraîlê hin gavan biavêje.
Ji alîyê din ve Îsraîlê ragihand ku wê jibo pirtir alîkarî herin Gaza derîyê sînor yê Erez û bendergeha Ashdodê vekiriye.
Jêder: Reuters