Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Îsraîlê de ya Ser Dibistanekê li Navenda Gaza Herî Kêm 30 Kes Mirin


Dibistana Xedîce li Dêr el Beleh piştî ku rastî êrîşa Îsraîlê hat 27 Tîrmehê, 2024, Gaza
Dibistana Xedîce li Dêr el Beleh piştî ku rastî êrîşa Îsraîlê hat 27 Tîrmehê, 2024, Gaza

Karbidestên saxlemîyê li Gaza ku li jêr kontrola Hamasê de ye dibêjin, herî kêm 30 Filistînî di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de ya ser dibistanekê li Dêr el-Beleh li navenda Gaza hatine kuştin, lê artêşa Îsraîlî dibêje ku êrîşa wan li dijî navendeke serkirdayetîya Hamasê bûye.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan navendeke fermandarî û kontrolê ya di nava avahiya dibistana Xedîce ya li navenda Gazayê kiriye armanc.

Daxuyanî dibêje, dibistan wek veşartgeheke çekan hatibû bikaranîn ji bo êrîşkirina ser hêzên Îsraîlî, û anî ziman jî ku wan berî êrîşa esmanî hişyarî dabû sivîlan.

Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê û ofîsa çapemeniyê ya hikûmeta Hamasê hejmara kuştiyên êrîşa li ser dibistana Dêr el-Beleh ku yek ji qelebalixtirîn deverên Gazayê ye ku malbatên koçber tê de ne ragihand û got ku zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûne.

Ambulansan pirranîya birîndaran birin nexweşxaneya El-Eqsa.

Îsraîl her tim Hamasê tawanbar dike ku bingehên sivîl yên weke dibistan, nexweşxane û ciyên din bo armancên xwe yên leşkerî bikar tîne, lê Hamas wan îdîyan red dike.

Serê sibeha îro Şemiyê, di daxuyaniya fermî ya Filistînîyan de hat gotin, ku herî kêm 14 filistînî di êrîşên Îsraîlê de li bajarê Xan Yûnis yê başûrê Gaza hatin kuştin û termên wan rakirin Nexweşxaneya Nesir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji Filistîniyan re gotiye ku bi awayekî demkî taxa Xan Yûnis ya li başûrê Gaza vala bikin da ku "li wir bikare bihêz karê xwe encam bidin." Daxuyanî ji wan re zelal kirîye ku herin herêma sivîl ya li El Mewasî.

Artêşê got ku wê daxwazên derxistina niştecihan bi rêya gelek navbeynkaran ragihandîye da ku metirsî li ser wan nemîne.

Karbidestên saxlemîya Gazayê dibêjin, zêdetir ji 39,000 filistînî di êrîşên Îsraîlî de hatine kuştin, bê ku hejmara mîlîtan û sivîlan destnîşan bike.

Îsraîl dibêje, nêzîkî 14,000 şervanên Hamas û Cîhada Îslamî hatine kuştin yan jî dîl hatine girtin.

Şerê li Gaza piştî êrîşa 7ê Cotmehê ya çekdarên Hamasê li ser başûrê Îsraîlê hat destpêkirin, ku karbidestên Îsraîlî dibêjin di wê êrîşa Hamasê de herî kêm 1200 kes hatin kuştin û bêtirî 250 dîl girtin û bi xwe re birin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG