Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemî ya Gaza: Îsraîlê li Nexweşxaneyekê Pirtir ji 200 Kes Kuştin


Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, ragihand ku Îsraîlê êrîşa esmanî biriye ser Nexweşxaneya El Ahlî û bi kêmî ve 200 kes kuştine.

Li gor ragihandina wezaretê, Îsraîlê êrîş biriye ser hewşa nexweşxaneyê ku kesên li wir ew sîvîl bûne ku ji malên xwe revîne.

Wê wezaretê dîyar kir ku bi sedan qurbanî di bin kavilên nexweşxaneyê de.

Al-Jazeera TV ji zarê jêderên herêmê ragihand ku di êrîşê de pirtir ji 300 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hîn ti agahîya wê ser hûrgilîya tune.

Berdevkê artêşa Îsraîlê di preskonferansekê de dîyar kir ku ewê ser êrîşê vekolînê bikin.

Serokê Rêvebirîya Filistînî Mahmud Abas jiber êrîşê jibo 3 rojan şîn ragihand.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG