Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqekirina Îsraîlê de 1 Fîlîstînî li Kerta Gaza Hat Kuştin


Di encama teqekirina Îsraîlê de, 1 Fîlîstînî li Kerta Gazata hate kuştin. Ew bûyer, kuştinkarîya yekê ye ji agirbesta navbera Îsraîl û mîlîtanên Hamasê vir ve ku piştî şerê 8 rojî hatibû îmza kirin.

Karbidestên Fîlîstînî dibêjin, Enwer Qdeih îro Înîyê hate kuştin, dema ew bi komeke Fîlîstînîyan re nêzîkî sîma tixubê dibû.

Karbidest didine zanîn ku di tundûtûjîyê de jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa Reuters ji zarê merivekî Enwer Qdeih radigihîne ku wî hewil dida ku ala Hamasê li ser sîma sînorê bilind bike.

Îsraîl dibêje, hêzên wê jibo hişyarîkirinê gulê avêtin esmanê, dema wan dît ku komeke Fîlîsîtînîyan ber bi tixubê ve dimêşin.

Dem û dest ti bersîvdana mîlîtanên Hamasê nehate ragihandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, hikûmeta wî rêz li agirbestê digirt û derfet dida ku agirbest serketî be. Wî got, di heman demê de ew jibo îhtîmala têkçûna agirbestê jî amade ne.
XS
SM
MD
LG