Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemî ya Gaza: Di Êrîşên Îsraîlê de Herî Kêm 20 Kes Hatine Kuştin


Girjîya di navbera hêzên elwekarî yên Îsraîlê û Filistînîyan de didome.

Wezareta Saxlemî ya li Gaza, ku kontrola wê di destê Hamasê de ye, dîyar kir bi êrîşên esmanî yên Îsraîlê, hin ji wan zarok bi kêmî ve 20 kes hatine kuştin.

Berî êrîşên esmanî, ji Gaza ber bi Orşelîmê ve muşek hatiûn firandin û parlaman Îsraîlê navber dabû rûniştina xwe.

Berdevikê Arteşa Îsraîlê Johathan Conricus da zanîn ku di êrîşa esmanî de sê çekdarên Hamasê hatine kuştin.

‘’Min dest bi êrîşên dijî navendên leşkerî yên li Gaza kir. Dubare dikim, me destpê kir.’’ Conricus got.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ku Hamasê ‘’xeta sor’’ derbaz kiriye û dîyar kiribû ku ewê bi awayekî tund bersîvê bidin.

XS
SM
MD
LG