Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemî ya Gaza: Pirtir ji 100 Kes Hatine Kuştin


Wezareta Saxlemî ya Gaza ragihand ku jiber girjîya di navbera Filîstîn û Îsraîlê de ji roja Duşemê vir ve li herêmê 103 kes hatine kuştin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Saxlemî ya Gaza ji kuştîyan 27 zarok û 11 jî jin in û 580 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestên Îsraîlê jî didin zanin ku di heman demê de li welêt 1 ji wan zarok 7 kes hatine kuştin.

Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî bang li Îsraîl û Filistînê kir ku girjîyê daxin.

Biden dîyar kir ku ew dixwaze ku hejmara êrîşên roketî bi awayekî berbiçav kêm bibe.

Ew roja Çarşemê bi rêka telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axifîbû û pitşgirî dabû mafê berevanîyê yê rêwa yê Îsraîlê.

Wezareta Derve ya Amerîka bo danûstandinên ser girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de dîplomatekî xwe şandiye herêmê.

XS
SM
MD
LG