Libnanê îro Şemiyê xemên xwe ji Sûriyê re derbirîn li dor yaseyeka nû ya girêdayî nûavakirina herêmên ku di salên şer de hiweşiyayî, û got ew yase dê rê bigre li pêş jimareka mezin penaberên Sûriyê bo malên xwe.
Wezîrê derve yê Libnan Cibran Basîl di nameyekê de ji bo hevtayê xwe yê Sûrî Welîd el-Mualim nivîsand ku yaseya bi navê “Yaseya 10” dê dijwariyan derxe pêş penaberên Sûriyê ji aliyê pêwîstiya pêşkêşkirina belgeyan ve ku diyar bikin ew xwediyên mal û milk in.
Yaseya binavkirî ya ku meha borî derbasî warê cîbecîkirinê bû, rê dide welatiyên Sûrî ku di demeka destnîşankirî de belgeyan pêşkêş bikin ji bo wergirtina qerebûyan.
Gurûpên mafê mirov dibêjin bêserûberiya di dema şer de, dê rê bide xelkekî kêm ku karibin van belgeyan di vê dema destnîşankirî de pêşkêş kin.
Cibran Basîl, ku welatê wî mêvandariya bêhtirî milyonek penaberên Sûrî dike got:
“Nebûna derfetan li cem penaberan ku belgeyan pêşkêş kin, dê bihêle ew mafê xwe û hestê nasnameya niştimanî ji dest bidin.”
Basîl nameyeka wek wê jî ji sekretêrê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres re şand.