Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku li bendergehên Ukrayna barkirina dexilan didome.
Li gor daxuyanîya wezaretê îro Duşemê 3 gemîyên din dexil barkirî ji bendergehên Ukrayna bi rê ketine.
Rûsya û Ukrayna di firotina dexilan de li cîhanê di rêza pêş de ne, lê jiber şerê wan bi tonan genim û garis di dexilan de mabûn û vê yekê fikarên ser xwarinê kûr kiribûn.
Bi navbeynkarîya Tirkîye û Neteweyên Yekbûyî (NY) Rûsya û Ukrayna ser derxistina dexilan li hev kirin.
Her çiqas şerê her du alîyan didome jî ji 1’ê Tebaxê vir ve gemîyên dexil barkirî ji bendergehên Ukrayna bi serbestî derdikevin.