Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî Dibêje Alozîya Bexda û Hewlêrê Şerê Dijî DAIŞ'ê Asteng Dike


Bilindtirîn generalê Amerîkî li Îraqê dibêje, “alozîya ku bi referanduma serxwebûnê ya Kurdan derketiye pêş, bala ser şerê dijî DAIŞ’ê dibe ser alîyên din.

General Paul Funk dide zanîn ku koalîsyona navnetewî pir nêzîk bûye ku DAIŞ’ê tune bike, lê şerên navbera hêzên hikûmeta Îraqê û pêşmergeyan astengî ji şerê dijî DAIŞ’ê re derdixe.

Funk bi bîr xist ku hêzên Îraqî û yên Kurdî, bi hevre şerê dijî DAIŞ’ê kirin, lê aniha ev hevdû dikujin.

“Em naxwzin ku Îraqî, Îraqîyan bikujin jiber ku li rojhilata welêt DAIŞ hene ku divê werine kuştin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên hikûmeta Sûrî wek bersîvdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê dest bi operasyonên berfirek kirine û Kerkûk jî nav de jimareke bajaran xistine bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG