Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Ebdî jibo Pêşxistina Rêvebirîya Xweser Soza Hevkarîyê Dide


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokraîtk (HSD) Mazlum Ebdî beşdarî civîneke encûmana cîbicîkar ya Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê bû û got ku ewê jibo pêşxistina Rêvebirîya Xweser li ser sê xalan hevkarî bikin.

Amir Mûrad
Amir Mûrad

Rêvebirê Ofîsa ragihandinê yê Rêvebirîya Xweser Amir Mûrad ji Dengê Amerîka re got ku di civînê de ê xalên serekî hatine gotûbêj kirin.

"Xalê yekê li ser zelalî û şefafbûnê bû ku pêdivî ye alîyên ewlekarî li gor zagonan danûstandin bi welatîyan re bikin û mafê ti kesî binpê nekin."

Ji alîyê belavbûna gendelîyê di nav deste û komîteyên Rêvebirîya Xweser de, encûmana cîbicîkar jibo rêgirtin li pêş belavbûna gendelîyê û dadgehkirinê komîteyek jibo şopandin û çavdêrîyê ava kiriye.

Mûrad da zanîn ku Ebdî piştgirî daye komîteya çavdêrîyê li dû fesadê bikeve û darayîya giştî biparêze.

Jibo nêzîkbûna alîyên sîyasî yên Kurdî û beşdarbûna wan di Rêvebirîya Xweser de, Mûrad da zanîn ku General Ebdî gotiye ku ti pirsgirêkên mezin jibo yekrêzîya alîyên sîyasî Kurdî tunene.

Ebdî di civînê de dubare kiriye ku Hevpeymanîya Navdewletî wê piştgirîya xwe ya jibo HSD’ê bidomîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00

XS
SM
MD
LG