Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Odierno: Îran Piştgirîya Tundrêyên Îraqê Dike


Qumanderê hêzên leşkerî yên Amerîkî li Îraqê dibêje, Îran îstîqrar û bê aramîya Îraqê têk dide, bi fêr kirin û alîkarîya diravî ya grûbên Şîa yên tundrê li wî welatî.

General Ray Odierno îro Yekşemê ji CNN re got, Îran naxwaze ku Îraq bibe welatekî demokratîk û hêzdar.

Odierno her wiha got, ew dê jibo hêzên Îraqî bibe têkçûneke giştî, eger hêzên şerker yên Amerîkî jinûve operasyonên şerî bigirin kontrola xwe. Wî got, hêzên Îraqî heta niha bi serkeftî bûne, piştî vekêşana hêzên şerker yên Amerîkî.

Li alîyê din, leşkerîya Amerîkî îro Yekşemê ragihand, leşkerekî Amerîkî li Basrayê hate kuştin.

Leşkerê kuştî, yekemîn qûrbanîyê Amerîkî ye, piştî vekêşana hêzên şerker yên Amerîka ya Pencşema çûyî.

Yekîneyên biçûk yên şerker hîn jî li Îraqê mane û li ber e di dawîya vê mehê de ji Îraqê vekêşin.

Nêzîkî 50 hezar hêzên Amerîkî dê heta dawîya 2011’ê li Îraqê bimînin, wekî hêzeke piştevan.

Tevî ku beştarî li şer û pevçûnan nekin, ew dê bikanibin şerî bikin eger êrîş li wan bête kirin, yan jî hêzên Îraqî alîkarîya wan bixwazin. Karê wan ya serekî jî fêr kirina leşkerên Îraqî û operasyonên dij-terorîzmê bin.

XS
SM
MD
LG