Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Generalekî Sûrî ji Rejîmê Revî û Çû Tirkîyê


Ajansa Reuters ya nûçeyan radigîhîne ku generalekî Sûrî û 20 serbazên din ji rêfên rejîme revîne û xwe spartine Tirkîyê.

Reuters ji zarê karbidestekî Tirk radigîhîne ku di nav 20 serbazan de, 4 ji wan kolonel anku albay in.

Karbidestên Tirk her wiha radigîhînin ku şeva borî 710 hemwelatîyên Sûrî ji welatên xwe revîn û geheştin Tirkîyê.

Bi hatina generalê herî dawî, bi giştî 22 generalên Sûrî li Tirkîyê dimînin. Li gorî agahîyên fermî yên Enqerê, 43 hezar û 387 penaberên Sûrî yên tomarkirî li Tirkîyê dijîn.
XS
SM
MD
LG