Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Mazlûm Dibêje ku Trump Ew Vexwend Amerîka


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî îro Pêncşemê di preskonferansekê de ragihand ku ew bi agirbestê û vekişîna hêzên xwe ji devera agirbestê qayil bûne.

General Kobanî dîyar kir ku ew 13 xalên peymana navbera Rûsya û Tirkîyê qebûl nakin jiber ku nêrîna wan ya ser wê lihevhatinê nehatiye girtin.

“Di wê paymanê xalên ku bi çarenivîsa gelê me girêdayîye hene, lê ser wan xalan nerîna me nehatiye girtin. Loma em vê rêkeketinê napejirînin û danûstndinên me berdewam in.”

Kobanî herwiha piştrast kir ku wî vexwendinek ji Serokê Amerîka Donald Trump wergirtiye ku were Amerîka.

“Serokê Amerîka Donald Trump ez vexwendim Amerîka. Li gor şerên li ser erdê, ezê di rojên were de biryara xwe bidim.”

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG