Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Kobanî Rewşa Dawî ya Bakurê Sûrîyê Dinirxîne


Serfermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re peyîvî.

Kobanî got ku di demeke ku lihevkirina bo herêma ewle didome de, ew ne li bendê bûn ku Serokê Amerîka Donald Trump hêzên Amerîkî ji sînor vekişîne.

"Biryara Trump rê li ber Tirkîyê vedike ku ew têkeve Sûrîyê û Kurdan bikuje û axa wan terorîze bike. Li Efrînê jî heman tişt hatibû kirin; malên Kurdan dabûn Ereban û milkên wan jî hatibûn talan kirin" Kobanî got.

Kobanî ​da zanîn ku ger operasyona Tirkiyê çêbe ew dê kêrî Dewleta Îslamî (DAIŞ) were ku ew rêxistin, di ser nebûna ewlekerîya herêmê re, dixwaze êrîşan li dar xwe û seketinên koalîsyona bi pêşangîya Amerîka tune bike.

Serfermandarê HSD'ê dîyar kir ku piranîya malbatên leşkerên wan li herêma sînor dijîn û jiber ku dijî hezkirîyên wan gumana êrîşan heye ewê herin berevanîya wan bikin.

Kobanî got ku wan do Duşemê tîmeke taybet ya dijî DAIŞ'ê ji Dêrezorê vekişandiye û şandiye herêma sînor.

Hevpeyvîna_Mazlum_Abdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:16:47 0:00


XS
SM
MD
LG