Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Votel: Rewşa Tirkîyê Dikare Bandoreke Neyênî Ser Şerê Dijî DAIŞ'ê Bike


General Joseph Votel

Qamandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî û bilindtirîn fermandarê Amerîkî li Rojhilata Navîn, Gen. Joseph Votel dibêje, ew di xemê de ye ku darbeya leşkerî ya têkçûyî li Tirkîyê bandorên dirêjdemî li ser şerê dijî DAIŞ'ê bike.

Gen. Votel di Foruma Ewlekarî ya Aspen (Aspen Security Forum) de xema xwe dîyar kir ku hewila darbeya leşkerî û rewşa piştre dikare bandorên neyênî li ser peywendîya Amerîka ya bi artêşa Tirkîyê bike.

Wî da zanîn ku operasyonên leşkerî yên ji bingeha esmanî ya Încîrlîk jî bi normalî didomin ku leşkerîya Amerîka êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ'ê, firokên çavdêrîyê û karên din yên bo Îraq û Sûrîyê li wê bingehê têne kirin.

Ji 15’ê Tîrmehê heta niha dora 10,000 karbidestên Tirk hatine desteser kirin û 50,000 din jî ji karên xwe hatine dûrxistin.

XS
SM
MD
LG