Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Kabîneya Xwe de Wê Cîh Bide Generalekî Din


General John Kelly
General John Kelly

Serokê hilbijartî Donald Trump plan dike ku John Kelly ê generalê karkenar yê hêzên Marine, wek wezîrê ewlekarîya navxweyî destnîşan bike, jêderekî nêzî Trump ji Reuters re got.

Kelly 66 salî ye û 45 sal di nav leşkerîya Amerîkî de xizmet kir. Kelly berî ku karkenar bibe, qumandarê Fermandarîya Başûrî ya leşkerîya Amerîkî bû ji kiryarên Amerîkî yên li Amerîkaya Latîn û Karayîban berpirs bû.

General Kelly di Rêbendana 2016an de karkenar bûbû û li ser çend mijarên girîng dijberîya xwe li hember Serok Barack Obama bilind kiribû. Wî dîyar dikir ku sînorê Amerîka ya başûr bi rêkûpêkî naêî parastin.

Eger were piştrast kirin, Kelly dibe generalê sisêyan ku di kabîneya Trump de cîh bigire. Trump berê jî General James Mattis wek wezîrê berevanî û General Michael Flynn jî wek şêwirmendê ewlekarîya netewî destnîşan kiribûn.

XS
SM
MD
LG