Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Nû ya Danûstandinên Aştîyê li Cenevrê Destpê Dike


Gera nû ya danûstandinên aştîyê bo Sûrîyê, îro Çarşemê li Cenevrê jinûve destpê dike.

Di danûstandinan de, ku bi mêvandarîya Neteweyên Yekbûyî têne kirin, nûnerê taybet Staffan de Mistura îro bi nûnerên opozîsyonê û karbidestên ji Amerîka û welatên rojava re dicive.

Hikûmeta Sûrî dibêje, nûnerên wê roja Înê, piştî ku hilbijartinên parlemanê bi dawî werin, beşdarê danûstandinan bibin.

Tevî ku çend hefte ne agirbest li Sûrîyê heye, binpêkirinên wê agirbestê di rojên dawî de zêde bûne. Fransa, Îran, Rûsya û Amerîka xema xwe li ser şerê li nêzîkî Helebê û kuştina sîvîlan dîyar kir.

XS
SM
MD
LG