Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Gurcistanê Dijî Encamên Hilbijartinê Derdikeve Xwenîşandanê


Seroka Gurcistanê Salome Zourabichvili û rêbrerên opozisyonê
Seroka Gurcistanê Salome Zourabichvili û rêbrerên opozisyonê

Partîyên opozisyona Gurcistanê bang li alîgirên xwer dikin ku jibo protestokirina hîle û sextekarîyên di hilbijartinê de derkecin kolanan.

Seroka Gurcistanê Salome Zourabichvili jî tevî rêberên opozisyonê li Qesira Seroktîyê peyîvî û got ku hilbijartin bi tevahî sexte bûn.

“Em encamên hilbijartinan nas nakin jiber ku pejirandina van encaman dişibe pejirandina kontrola Rûsya ya ser Gurcistanê ye. Ti kes nikare siberoja Gurcistanê ya bi Ewrupa ji destê me bistîne," Zourabichvili bi amadebûna rêberên partîyên opozisyonê got.

Encamên destpêkê yên bi jimartina % 99 dengan nîşan didin ku partîya Xewna Gurcistanê ya desthilatdar bi % 53,9 dengan bûye partîyê yekê. Koalîsyona jibo Guhertinan % 11,3, Tevgera Netewî- Yekîtî % 9,83, Gurcistana Hêzdar %10,1 û partîya Giorgi Gakharia ya Jibo Gurcistanê jî % 7,7 û partîyên din yên biçûk jî dengên mayîn girtin.

Serokwezîr Irakli Kobakhidze, ku endamê Xewna Gurcistanê ye, roja Yekşemê serfirazîya partîya xwe wek serketineke xurt û berbiçav bi nav kir û got ku ti hewileke ser nerewa nîşandana hilbijartinan wê şikestinê bixwe.

Hêjayî balkişandinê ye ku Partîya Xewna Gurcistanê bi vê serketina nû cara çaran tê ser desthilatê.

Komîsyona Hilbijartinan ya Gurcistanê ragihand ku Xewna Gurcistanê 89 kursî, ku ji encama hilbijartinên 2020 yek kursî hindik e, û çar partîyên rikeberî yên alîgirên Rojavayî jî 61 kursî qezenc kirine.

Lê opozîsyona Gurcistanê îdîa dike ku di hilbijartinan de sextekarî hatine kirin loma jî ewê encaman qebûl neke.

Welatên Rojava jî nerazîbûna xwe li ser hilbijartinan dîyar dikin û wek paşveçûna demokrasîya Gurcistanê û nêzîkbûna ber bi Moskowê ve dibînin.

Yekîtîya Ewrupî ji zarê Nûnerê Bilind Josep Borrell fikara xwe bilind kir û ji karbidestên Gurc xwest ku vekolîna îdiayên ser nerêkûpêkîyên hilbijartinê bikin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG