Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Amerîka yê Komarî George W. Bush, Joe Biden Pîroz Dike


Serokê Berê yê Amerîka George W. Bush
Serokê Berê yê Amerîka George W. Bush

Roja Yekşemê Serokê Komarî yê Amerîka yê berê Georg W. Bush prîzbahîya Joe Biden kir, serokê hilbijartî yê serkeftî di hilbijartinên hefteya borî da û got Serokê Demokratî yê hilbijartî "serkeftina wî delîveke jibo ku pêşengiya yekbûna welatê me bike."

Bush, yê ku di navbera salên 2001ê heta destpêka sala 2009ê serokê cibicêkar yê welat bû dibêje min" cûdahiyên siyasî hene" li gel Biden, lê min "dua bo serkeftina wî kirin û soz didim ku bi her awayekî alîkarîya wî bikim." Bush herwiha têkilî bi cîgira serok ya hilbajrtî kamala Harris re danî û pîrozbahiya wê jî kirîye.

Bush herwiha bal kişand ser dengên ku Trump bidest xistine ku zêdetirî 70 mîlyon dengan bûn, ku 4 milyon dengan ji yên Biden kêmtir in, bi "desteftek siyasî ne weha asayî" wesif kir.

Trump heta niha li hindakirina xwe ya hilbijartinan li hember Biden mukir nehatîye, çendîn gilî pêşkeşî dadgehê kirine û dibêje binpêkirinên hatine encam dan dê weha bike, ku cardî bo xola duyê ya 4 salên din bihê hilbijartin.

Bush got, Trump "maf heye ku ji nû ve jijmartina dengan bixwaze û dijwarîyên qanûnî bişopîne, û her pirsên neçareserkirî dê bi rêk û pêk werin darizandin."

Lê Bush got, "Gelê Amerîkî dikare bawer bike ku ev hilbijartin di bingeh de saxlem in, dê destpakiya wê were parastin, û encam jî di zelal in."

XS
SM
MD
LG