Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê George Floyd: Ez bo Bavê Xwe Dadmendîyê Dixwazim


Kurê George Floyd, Quincy Mason Floyd li cîhê ku bavê wî hatiye kuştin ji rojnamevanan re axifî.

Quincy Mason Floyd dîyar kir ku ew bo bavê xwe dadmendîyê dixwaze.

‘’Divê ti kes bêbav neyê hiştin. Em bo ew hemî tiştên qewimîne dadmendîyê dixwazin.’’ Quincy Mason Floyd got.

Wî bi berdewamî spasîya xwepêşanderên li seranserê cîhanê kir.

Xanima George Floyd, Roxie Washington jî tevî keça xwe ya şeş salî preskonferansek li dar xistibû.

George Floyd yê reş hefteya borî dema ji alîyê polîsan ve hatibû desteser kirin jîyana xwe ji dest dabû û bo wî berê li Amerîka dûre li dewletên din yên cîhanê protesto destpê kiribûn.

XS
SM
MD
LG