Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Otopsîya Fermî ya George Floyd Raber Dike ku Ew Hatiye Qetil Kirin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê kanaleke herêmî ragihand ku rapora otopsîya fermî ya George Floyd nîşan dide ku ew hatiye qetil kirin.

Li gor raporê jiber giranîya li ser stûyê Floyd herikîna xwînê kêm bûye û jiber vê jî ji nişka ve dilê wî sekinîye.

Hefteya borî, di encama pêşî ya otopsîyê de hatibû gotin ku di mirina George Floyd de bandora kêşeyên wî yên saxlemîyê jî hene.

Rapor dide zanîn ku li Floyd nexweşîya dilî heye û wî di demeke nêz de hişbir karanîne.

Hin raporên serbixwe yên malbata Floyd çêkirin dabûn dîyar kiribûn ku ew hatiye fetisandin.

XS
SM
MD
LG