Medya Almanyayê îro Sêşemê ragihand ku sekretereke kampên komkirinê yên Nazîyan, bi cezayê zindankirinê hate mahkûm kirim.
Jina 97 salî, di yek ji dozên dawî yên ser Cenga Cîhanê ya Duyê de, jiber rola wê ya kuştina bi hezaran kesan ew ceza sitand.
Li gor medyaya Almanî, dadgeha herêmî ya li Itzehoe li Irmgard Furchneyê jiber alîkarîya bo kuştina pirtir ji 10,500 kes cezayê zindanê da yê paşxistî da.
Furchner ji 1943 heta 1945an li kampên komkirinê yên Stutthof ya li Polonya xebitîye ku nêzî 65, hezar kes jiber birçîbûn û nexweşî û odeyên gazê hatibûn kuştin.