Polîsên Almanya îro Şemiyê jiber gumana girtina çend kesan wek barimte, bazarek û deverên derdora bazarê li bajarê Dresden yê rojhilatê welêt vala kir, li gorî daxuyaniyeke polîsan.
Polîsan di daxuyaniya li ser malpera xwe got "Niha Rêveberiya Polîsan ya Dresden li navenda bajêr operasyonê dike. jiber gumana hebûna rewşeke girtina rehîneyan.
Rojnameya Bild ya Almanî ragihand ku zilamekî çekdar jinek kuştiye, piştre êriş kirye ser wêstgeheke radyoya herêmî û gule avêtine, berî ku bireve û biçe bazarê, cihê ku wî lê çend kes girtine.
Radyoya Dresdenê di malpera xwe de gotibû ku kesekî çekdar demjimêr 08.30 sibê bi dema Almanya ketibû avahiyê ofîsa Ammonhofê, ku weşana radyoyê lê ye, û gule havêtine.
Polîsan hûrguliyên ku ji aliyê Radyoya Dresden û Bild ve hatine ragihandin piştrast nekirn, lê ji welatiyan xwest ku xwe ji navenda bajêr dûr bixin. Wan got ku bazara navdar ya Krîsmisê ya Striezelmarkt dê niha girtî bimîne.