Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyê Alman yê li Tirkîyê Desteserkirî, Hate Berdan


Reuters'ê ragihand ku hemwelatîyekî Alman, ku hefteya borî bi hevjîna xwe re li Firîngeha Antalya ya Tirkîyê hatibû desteser kirin, hat berdan.

Hemwelatîyê Alman ku navê wî zelal nebû, tevî hevjîna xwe bi îdiaya ku peywendîya wan bi Fetullah Gulen re heye, hatibû desteser kirin.

Hemwelatîye Alman, piştî hefteyekê, çar roj li dû hevjîna xwe hat berdan.

Hêjayî balkişandinê ye ku hîn 10 hemwelatîyên Alman, li Tirkîyê jiber sedemên sîyasî girtî ne.

Di wan kesan de, nûnerê rojnameya Die Welt yê Tirkîyê Denîz Yucel, rojanemevan Meşale Tolu û aktîvîstê mafên mirovan Peter Steudtner jî hene.

Jiber hemwelatîyên Alman yên li Tirkîyê girtî, gelek sîyasetvanên Almanî ji hikûmetê dixwazin ku dijî Tirkîyê helwesteke tund nîşan bide.

XS
SM
MD
LG