Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel li Maça Almanya û Yewnanistanê Amade Dibe


Şîretvana Almanî Angela Merkel diçe bajarê Gdansk li Polandayê da ku li maça Almanya û Yewnanistanê amade dibe.

Li maça çarêga fînalê ya qehremanîya kupaya Ewropyayê ya futbolê Euro 2012 , Almanya rû bi rûya Yewnanistanê dibe.

Merkel pir caran li maçên Almanyayê amade dibe, lê belê li yariyên gera yekê ya qehremaniya Euro 2012 amade nebû ku li Ûkrayna birêve çûn.

Wezîrê Almanî Norbert Roettgen li meha Nîsanê daxwaz ji Hikûmetên Ewropî kir ku qehremanîya Euro 2012 li Ûkrayna boykot bikin jibo protestokirina girtina Serokwezîra berê û rêbera opozisyonê Yulya Tîmoşênko.

Maçên Euro 2012 li herdu welatên Ûkrayna û Polanda birêve diçin.

XS
SM
MD
LG