Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ecmama Cezayên Amerîkî de Karê Almanan li Gel Îranê Kêm Dibe


Gurûpeka kar a Almanî dibêje bazirganiya kompaniyên Almanî li gel Îranê bi awakî berbiçav kêm bûye piştî cezayên abûrî yên Amerîka li dijî Îranê.

Serokê bazirganiya derve yê Komeleya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Almanya Volker Treier ji ajansa nuçeyan dpa re îro yekşemê got hinardeyên Almanya bo Îranê bi rêjeya 50% daketiye di çarîka yekem a salê de û hinardeyên Îranê bo Almanya derdora 42% daketine.

Treier got ji nav 120 kompaniyên Almanî yên ku çalak bûn li Îranê, tenê 60 hîn berdewam in.

Wî got ku “ Cezayên Amerîka wek embargoyeke giştî bandor da ser pêwendiyên abûrî ji ber ku bandora rasterast li ser kerta darayî bû.

Tê zanîn ku rêveberiya Trump sala borî ji rêkeftina navokî ya sala 2015an vekişiya û cezayên nû dan ser Îranê.

XS
SM
MD
LG