Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Almanî Sê Xwepêşanderên Kurd Digre


Desthilatdarên Almanî dibêjin wan sê kes girtin di pevçûneka polîs û xwepêşanderên Kurd de ku li Bajarê Hanoverê xwepêşandanek birêve dibirin dijî êrîşên Tirkyê li bajarê Efrînê.

Ajansa nûçeyan dpa ragihand ku derdora 11 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn û hinan ji wan şûşeyên plastîk avêtin polîs û bi darên alên xwe gef li polîs xwarin.

Xwepêşandan her wiha li dijî firotina çekên Almanî bo Tirkiyê bû.

Wan siloganên wek “Tankên Almanî ji Kurdistanê derxin” û "Erdogan terorîst e” hildan.

Hin xwepêşandanên din li Kolin û Wupertal hatin organîzekirin, lê çi rûdan derneketin holê.

Hin xwepêşanderan wêneyên serkirdeyê PKKê Ebdella Ocelan hildan û polîs dibêje ew li vîdyoyan temaşe dikin da nasnameya wan diyar bikin.

XS
SM
MD
LG