Bi hezaran kes li bajarê Kolin ê Almanî derketin xwepêşandanekê li dijî operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê.
Desthilatdarên bajêr dibêjin derdora 10,000 kes tevlî xwepêşandanê bûn, ku ji aliyê gurûpên rastrew ve hatibû organîzekirin.
Polîs nobedariya xwepêşandanê dikir û metirsî hebûn ku tumdutijî derkeve holê, lê desthilatdaran got xwepêşandan aştiyane birêve çû.
Hin xwepêşanderan alên Yekîneyên Parastina Gel YPGê hildan û hinan jî durişmên wek “Na bo rêkeftina li gel rêjîma AKPê” hildan.
Hêjayî gotinê ye ku jimareke mezin a Kurdan û Tirkan li Almanya dimîne, û girjî di navbera wan de berê hin caran bilind bûne û tundutijî di hin xwepêşandanên wan de derketine pêş.