Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrekî Almanî Dixwaze Karê ji Malê Bike Yase


Wezîrê kar ê Almanî dixwaze mafê karkirina ji mal, wek yaseyekê were parastin eger pêkane be, heta piştî bidawîhatina kirîza koronayê jî.

Wezîr Hubertus Heil îro Yekşemê ji rojnameya Bild am Sonntag re got ku armanca wî danîna projeyaseykê ye ji bo vê payîzê.

Wî got amarên seretayî diyar dikin ku rêjeya karkirina ji mal, ji 12% bo 25% bilind bûye û hejmar bûye 8 milyon kes.

Wî got:

“Herkesê ku dixwaze û karê wan rê dide, divê ji mala xwe kar bike, heta piştî vîrusa koronayê jî... Em ji vê nexweşiyê fêr dibine çawa em dikarin ji malê kar bikin.”

Wî nîşan da ku ew dixwazine karê bêhtir ji mal bibe, lê ne bi darê zorê.

Li gor Heil, xelk dikare bi temamî, yan jî rojekê an du rojan ji hefteyê li mal kar bikin.

XS
SM
MD
LG