Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Elmaniya Rê li Hember Plana Êrîşên Terorê Tên Gritin


Polîsê Elmaniya roja Înê 01.01.2016an ji Elyaleta Bavariya(Bayern) da xwekirina ku li 2 Êstgehên Metroyê di şeva sersalaê de, hin kesên girêdayî Daişê plankir bûn hind êrîşên şidetê li bajarê Munixê encam bidin.

Berpirsê Polîsan Hobertos Andryee, yê Eyaleta Bavarya da zanîn ku, ji bo wan pêzanîn hatine ku, şeva sersalê dê hind êrîşên çekadrî pêk werein, jiber wê yekê wan hijmarek mezin ya polîsan li navenda bajarê Munixê weke tedbîr girtin hinartine herêmên bi guma, lê êrîş pêk nehatin û kesek li ser vê buyerê weka tawanbar nehatiye girtri, êrîşkar êrîşekê encam bidin, polîsan herêm kontrol kirine.

Çavkanî dibêjin navên gelek bergumanan gihane wan lê ew nizanin kanê ew berguman li ko ne.

Pêzanîn hatine ku, li du navendên metroyên Jêrerd. dê êrîşên çekdarî bên encamdan.

Wek tê zanînîn desthilatdarên Eyaleta Bavariya didin xweya kirin ku, Îstîxbaratên Amerîka û Fransa pêşwex pêzanîn dane wan ku di şeva sersalê de, dê hind êrîşên terorî pêk bên û navê 7 kesan dane wan ku, di nava pêlên penaberên Îraq û Suriyê de, xwe gihandine wêderê.

XS
SM
MD
LG