Dozgerên Almanî roja Sêşemê ragihandin ku li dijî hemwelatîyekî Îraqî bi tawanbarîya endamtîya koma tundrê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) û plankirina êrîşekî terorîst li Almanya doz hatiye vekirin.
Dozgerîya Federal ya Almanya, nasnameya wî kesî wek Mahmûd A. eşkere kir û got ku ew di Hezîranê de li Esslingen, li nêzî Stuttgart, hatiye girtin.
Dozgerîyê eşkere kir ku Mahmûd A. niha li dadgeha eyaleta Stuttgartê bi endamtîya rêxistineke terorîst ya biyanî û plankirina kiryareke cidî ya tundîyê tê tawanbar kirin.
Gumanbar Mahmûd A. di Gulana 2016’an de li Îraqê tevlî DAIŞ’ê bûye, heta Cotmeha 2017’a jibo komê şer û nobederî kiriye, li gorî dozgeran.
Piştre, ew bi hevbîrîya DAIŞ’ê çûye Tirkîyê û di Cotmeha 2022’an de çûye Almanya, dozgeran got.
Li gor dozgeran, hemwelatîyê Îraqî Mahmûd A., ji Rêbendanê û vir ve plana êrîşek bombeyî ya li Almanya dikir, loma wî li ser înternetê jibo çawanîya çêkirina bombeyekê lêkolîn kiriye, piştre madeyên kîmyayî û pêkhateyên pêwîst jî peyda kirine.
Lê, ew berîya ku plana êrîşê pêk bîne hatiye girtin, dozgeran ragihand.
Jêder:AP